• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê kir

Gulan Media September 27, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê kir
Duh în 26.09.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Pêşmerge û Fermandeyê Qehremanê Şengalê Qasim Simêr kir.

Li hevdîtinê Serok Barzanî behsa rol û qehremaniya Qasim Simêr û wan Pêşmergeyan kir ku li çiyayê Şengalê qehremanane bergiriyê li xelkê Şengalê kir û rê nedan destê qirêjê terorîstan bigihe çiyayê Şengalê. Serok Barzanî destxweşiyê li Qasim Simêr kir ku piştî dagîrbûna Şengalê ji aliyê terorîstên Da'îş ve karîne gurzeke kuşinde li devera Şengalê û dewrûbera çiyayê Şengalê li terorîstên Da'îşê bidin. Serok Barzanî Qasim Simêr û hevalên wî wekî Pêşmergeyên qehreman wesif kir ku cihê hêviya gelê Kurdistanê ne û dûpat jî kir ku pişt bi xwedayê mezin û xweragiriya Pêşmergeyên qehreman terorîstên Da'îş ji hemû bostekî axa Kurdistanê derdixin û têkdişkînin.

Her wiha li vê hevdîtinê de Pêşmerge û Fermandeyê Qehremanê Şengalê Qasim Simêr ure û morala Pêşmergeyên li çiyayê Şengalê û dewrûbera wê bi bilind wesif kir û rewşa meydanî ya bereyên li devera Şengalê xisterû û ragihand ku ji bo têkşikandin û derxistina terorîstan ji Şengalê li benda fermana Serok Barzanî ne.

Top