• Sunday, 15 February 2026
logo

Sê baregehên leşkerî yên Amerîka li Kurdistanê tên vekirin

Gulan Media September 26, 2014 Nûçe
Sê baregehên leşkerî yên Amerîka li Kurdistanê tên vekirin
Amerîka xwe amade dike ku sê baregehên leşkerî yên mezin li Herêma Kurdistanê veke û yek ji van baregehan jî dê ji bo helîkopterên apache were bikar anîn.

Derbarê mijarê de çavkaniyekê ji BasNewsê re got: ‘‘Amerîka dê li Herêma Kurdistanê baregehên leşkerî û firokexaneyekê li Hewlêrê veke. Firokexaneyek li qezaya Herîr tê vekirin û herwiha li Etroş jî pîsteke helîkopteran were çêkirin.”

Heman çavkaniyê da zanîn ku ji ber hebûna Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Silêmanîyê, Amerîka tu baregehên xwe li Silêmanî û derdora wê venake.

Hêjayê gotinê ye berî niha Pentagonê ragehandibû ku dê balefirên şer bişînin Hewlêrê û dê ji wir rabin û li baregahên çekdarên DAİŞ’ê bidin. Herwiha hefteya borî diyar kiribû ku balefir şandine lê hejmar û corê wan eşkere nekiribû.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê jî pêşwazî li vekirina binkeyekî leşkerî ya Amerîkî wek ya Incilrîkê li bajarê Hewlêrê dike û vekirina wê binkeyê wek piştgiriyeke siyasî û ewlekarî ya mezin dibîne.

Basnews
Top