Sê baregehên leşkerî yên Amerîka li Kurdistanê tên vekirin
Derbarê mijarê de çavkaniyekê ji BasNewsê re got: ‘‘Amerîka dê li Herêma Kurdistanê baregehên leşkerî û firokexaneyekê li Hewlêrê veke. Firokexaneyek li qezaya Herîr tê vekirin û herwiha li Etroş jî pîsteke helîkopteran were çêkirin.”
Heman çavkaniyê da zanîn ku ji ber hebûna Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Silêmanîyê, Amerîka tu baregehên xwe li Silêmanî û derdora wê venake.
Hêjayê gotinê ye berî niha Pentagonê ragehandibû ku dê balefirên şer bişînin Hewlêrê û dê ji wir rabin û li baregahên çekdarên DAİŞ’ê bidin. Herwiha hefteya borî diyar kiribû ku balefir şandine lê hejmar û corê wan eşkere nekiribû.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê jî pêşwazî li vekirina binkeyekî leşkerî ya Amerîkî wek ya Incilrîkê li bajarê Hewlêrê dike û vekirina wê binkeyê wek piştgiriyeke siyasî û ewlekarî ya mezin dibîne.
Basnews
