• Sunday, 15 February 2026
logo

Piştî ku dîlên Tirkiyeyê hatin berdan helwesta wê li hember DAIŞê hat guhertin

Gulan Media September 26, 2014 Nûçe
Piştî ku dîlên Tirkiyeyê hatin berdan helwesta wê li hember DAIŞê hat guhertin
Piştî berdana 49 karmendên Konsulxaneya Tirkiyeê ya Mûsilê ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin, helwesta Tirkiyeyê jî li hember vê rêxistinê guherî. Piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan niha jî nîqaş li ser berşdarbûna leşkerên Tirkiyeyê di operasyoneke leşkerî de tê kirin.

Şirovekar dibêjin, her çend Tirkiye leşkerên xwe tevlî şerê li dijî DAIŞê neke jî dê binkeya leşkerî ya li Încîrlîkê ji bo hêzên hevpeyman veke…

Şêwirmendê Navenda Lêkolînên Sitratejîk (ORSAM) Dûman li ser vê yekê ji Rûdawê re got:

“Sê hegerên girîng hene ku em dikarin bêjin tirkiyê ji ber wan hegeran helwesta xwe guherî; ji wan yek danûsitanên tirkiyê yên di gel amerikayê ne ku bandoreke mezin li ser tirkiyê dike. Ya din serbest berdana 49 xebatkarên konsilxaneya musilê ne tirkiye demek dirêj nekarî dengê xwe ji ber wan derxe. Ya din jî ya ya herî girîng ew ku êdî DAIŞ li ser tixûbê tirkiyê ye û roj bi roj nêzİîktirî tirkiyê dibe. tirkiye jî neçar helwesta xwe li hember vê rêkxistinê guhert.”

Piştî daxuyaniyên Erodogan yên di derbarê hevkariya leşkerî li dijî DAIŞê de niha jî nîqaş li ser wê yekê tên kirin ka dê Tirkiye ji bo operasyoneke leşkerî leşkaran bişîne yan na .

Rudaw
Top