• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li cîgirê serokwezîrî Îraqê dike

Gulan Media September 26, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li cîgirê serokwezîrî Îraqê dike
Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Salih Mutlek cîgirê serokwezîrê Îraqê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de ku, duh roja pêncşemiyê 25ê îlonê li bajarê Hewlêrê birê ve çû, serokwezîrê Kurdistanê li hember serdana cîgirê serokwezîrê Îraqê bo herêma Kurdistanê ku, berê serdana Duhokê jî kiribû, kêfxweşiya xwe nîşan da û got ku, hatina cîgirê serokwezîrê Îraqê ku ji nêzîk haydarî rewşa koçberan bibe û dûvçûnê bo pirsgirêk û pêdawîstiyên wan bike pêngaveke giring e.

Serowkezîr tekîd kir ku herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe hevkarî û alîkariya koçber û penaberan kiriye lê vê pirsê pêwîstî bi hevkariya hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî heye û divê Îraq gelek bi cidî erk û berprisiyariya xwe di vî warî de cîbicî bike.

Salih Mutlek cîgirê serokwezîrê Îraqê ji bo hevkarî û alîakriya ji penaber û koçberan re hatiye kirin, sipasiya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku ew dê ji nêzîk rewşa koçbersan bişopîne û lêbixebite bi hemû awayî û bi berdewamî alîakriya wan bikin û ji bona vê yekê jî tekîd li ser hevahengiya navbera saziyên peywendîdarên Îraq û saziyên peywendîdarên herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Îraqê kir ku bi lezgînî tedbîrên pêwîst werbigire daku koçber ji serma, berif û baran bên parastin û di demsala zivistanê de ratî ti nexweşî û karesatên emzintir nebin. Hikûmeta Îraqê bi rêya xwe daxwazê ji saziyên Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî jî bike ku zêdetir hevkariya koçberan bikin bi taybetî koçberên li wîlayeta Duhokê ku, zêdetir ji 50% ji hemû koçberên Îraqê ye.

Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û beşdarîkirina kurdan di hikûmeta Heyder Ebadî de mijareke din a civînê bû û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku herêma Kurdistanê dixwaze hemû alîyên beşdar di hikûmeta herêma Kurdistanê de di hikûmeta Îraqê jî de beşdariyê bikin.

Rewşa emnî, leşkerî û şerê dijî terorîstên DAÎŞ mijareke din a dîdarê bû.


Top