Aysel Tuglukê kevirek avêt Tirkiye pê hejiya!
Çend roj berê li ser sînorê Bakru û Rojavayê Kurdistanê di navbera penaberên Kobanî yên ji ber êrişên DAIŞê reviyabûn Bakurê Kurdistanê û hêzên tirk de alozî derketibû.
Xortên Kobanî yên ku malbatên xwe derbasî aliyê Bakur kiribûn dixwestin cardin vegerin Kobanî û tevlî şerê li dijî DAIŞê bibin lê hêzên tirk nedihîştin ji ber wê jî alozî û pevçûn derketibû.
Di wê aloziyê de hêzên tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrişî penaberên Kobanî û welatî û siyasetmedarên Bakurî yên ku ji bo piştgiriya Kobaniyan çûbûn wir, kiribûn û wan jî bi keviran bersiva hêzên tirk dabûn.
Piştî wê aloziyê medyaya Tirkiyeyê wêneyeke Parlamentera Kurd Aysel Tugluk belav kirin ku tê de dihat dîtin ku Tugluk keviran davêje hêzên tirk.
Kevirê Aysel Tuglukê di sosyal medyayê de dengek mezin veda.
Lê herî dawî Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçîn Akdogan li ser vê yekê êrişî Tuglukê kir û wiha got:
“Di demekî de ku em 140 hezar kurd qebûl dikin hinek dixwazin rewşê aloz bikin. Parlamentereke kevin keviran davêje. Ev nankorî ye…”
Aysel Tugluk jî anî ziman ku wê bi avêtina keviran xwe parastiye û li ser rûpela xwe ya twîtterê wiha bersiva Akdogan da:
“Gelo me di tebaxekî de xwarin xwariye? Gelo me di partiyekê de kar kiriye? Çima nankor im? Pêvajoya çareseriyê pêvajoya “bêdeng be, nepeyîve, çalakî neke” nîne. Heta muzakere dest pê nekin divê birêz Akdogan bizanibe ku emê li ser nankokiyê berdewam bin!”
Rudaw
