Barzanî: Em ji ber şertên cografî nikarin hêz bişînin Kobanî
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von de Leyen, îro li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtinê Barzanî û Leyen civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û bersiva pirsên rojnamevanan dan.
Barzanî spasiya hikûmeta Almanyayê kir ku çek û alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re şandiye û got, lê em dizanin ku ji Almanyayê re hêsan nebûye alîkariya Pêşmerge bike.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew hêvîdar in di demek kurt de derbên giran li terorîstên DAIŞê bikeve.
Barzanî di bersiva pirsa Rûdawê de li ser Kobanî û îhtimala şandina hêzên Pêşmerge bo wê derê jî got, me pir dixwest em Pêşmergeyan bişînin Kobanî lê şert û mercên cografî yên Rojavayê Kurdistanê rê nade vê yekê.
Mesûd Barzanî diyar kir ku wan ji Amerîka û welatên navdewletî xwestiye nehêlin DAIŞ Kobanî bigirin û wiha axivî: “Xoşbextane Kobanî neket destê DAIŞê û nakeve jî înşala. Eger hêzên navdewletî li ser banga me li çekdaêrên DAIŞê yên li Kobanî dane em spasiya wan dikin eger li ser banga me jî lêdebabin em dîsa spasiya wan dikin.”
Rudaw
