• Sunday, 15 February 2026
logo

Çalakiya Parlamentera Kurd li Parlamentoya Avusturya

Gulan Media September 25, 2014 Nûçe
Çalakiya Parlamentera Kurd li Parlamentoya Avusturya
Çalakiya yekem û take parlamentera Kurd Bêrîvan Aslan li Parlamentoya Avusturyayê ya derbarê revandina keçan de ji aliyê DAİŞ’ê ve deng veda.

Çalakiya Bêrîvan Aslan a bi tîşortê ku li ser hatibû nivîsandin ‘’Save Our Girls From İS - Keçikên me ji Terora Dewleta Îslamî Biparêzin’‘ û axaftina xwe ya li Parlamentoyê ku bal kişand ser zêdeyî 1000 jinên ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatine revandin û rûbirûyê tacîz û îşkenceyê bûne, deng veda.

Aslan, got ku ew hemû kesî bi taybetî Neteweyên Yekbûyî (NY) vedixwîne daku li ser vê mijarê rawestin û erkên xwe cîbicîh bikin û got: ‘’Di heman demê de divê welatên cîranê İraq û Sûriyê yên ku derbarê bazirganiya jinan de tedbîran wernagirin, bên kontrol kirin.’‘

Aslan, pêşniyar kir ku Neteweyên Yekbûyî ji jinên rûbirûyê destdirêjiyê bûne re kampên taybet çêbike û de heman demê de alîkariya psîkolojîk bide wan jinan û herwiha tişta bikeve ser milê Awusturya jî di vê derbarê de bike û ji bo Rojhilata Navîn hinek projeyên wê hebin.

Çalakiya parlamentera Kurd Bêrîvan Aslan bi tîşortê ‘’Save Our Girls From İS - Keçikên me ji Terora Dewleta Îslamî Biparêzin’‘li Parlamentoya Avusturyayê deng veda û medya Avusturya jî cihekî girîng da vê mijarê.

Basnews
Top