50 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Hesekê hatine kuştin
Çalakvanên Sûriyê ragihandin ku şevê din balafirên havpeymaniya navdewletî êriş kirin ser navendeke rêxistina DAIŞê li nahiyeya Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê û di encamê de 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Herwiha hat ragihandin ku di operasyonên şevê din yên hevpeymaniyê de li derdora Hesekê emîrek tunisî yê DAIŞê bi navê Ebû Beşîr el-Tunisî û bi dehan çekdarên din hatine kuştin û gellek jî birîndar bûne.
Lêdanên li dijî DAIŞê li Sûriyê didomin û di şeva sêyemîn de balafirên hevpeymaniya navdewletî bîrên petrolê yên di destê DAIŞê de kirin armanca xwe.
Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku 12 bîr û rafîneriyên petrolê yên di destê DAIŞê de hatine bombebarankirin.
Nahiyeya Holê li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê Iraqê ye. Hol devereke zozanî ye ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bi taybet yên Qamişlo pez û dewarên xwe dibirin wir.
Rudaw
