• Sunday, 15 February 2026
logo

50 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Hesekê hatine kuştin

Gulan Media September 25, 2014 Nûçe
50 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Hesekê hatine kuştin
Di encama operasyonên havpeymaniya navdewletî de li dijî çekdarên DAIŞê li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê 50 çekdar hatine kuştin.

Çalakvanên Sûriyê ragihandin ku şevê din balafirên havpeymaniya navdewletî êriş kirin ser navendeke rêxistina DAIŞê li nahiyeya Holê ya rojhilatê bajarê Hesekê û di encamê de 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Herwiha hat ragihandin ku di operasyonên şevê din yên hevpeymaniyê de li derdora Hesekê emîrek tunisî yê DAIŞê bi navê Ebû Beşîr el-Tunisî û bi dehan çekdarên din hatine kuştin û gellek jî birîndar bûne.

Lêdanên li dijî DAIŞê li Sûriyê didomin û di şeva sêyemîn de balafirên hevpeymaniya navdewletî bîrên petrolê yên di destê DAIŞê de kirin armanca xwe.

Fermandehiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku 12 bîr û rafîneriyên petrolê yên di destê DAIŞê de hatine bombebarankirin.

Nahiyeya Holê li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û li ser sînorê Iraqê ye. Hol devereke zozanî ye ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bi taybet yên Qamişlo pez û dewarên xwe dibirin wir.

Rudaw
Top