• Sunday, 15 February 2026
logo

Nûcêfî: Divê gavek zûtir Bexda budçeya Kurdistanê bişîne

Gulan Media September 25, 2014 Nûçe
Nûcêfî: Divê gavek zûtir Bexda budçeya Kurdistanê bişîne
Piştî pêkhatina hikûmeta Iraqê ev çend şand in ku tên Herêma Kurdistanê. Îro jî Usame Nucêfî Cîgirê Serokomarê Iraqê hat Silêmanî û serdana Nûşîrvan Mistefa damezrînerî tevgera Goran kir.

Piştre jî Usame Nucêfî çû serdana Berhem Salih ku aşkera dibe peyamek digihîne rayedarên Herêma Kurdistanê.

Nucêfî got, divê Bexda di demeke nêzîk de budçeya Herêma Kurdistanê bişîne. Lewre gelê ku li Herêma Kurdistanê dijîn welatiyên Iraqê ne. Nucefî dibêje divê gavek zûtir kêşeyên navbera Iraq û Herêma Kurdistanê çareser bibin û bi taybet jî mijara firotina petrolê.

Rudaw
Top