• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîra Parastinê ya Almanyayê gihîşt Hewlêrê

Gulan Media September 25, 2014 Nûçe
Wezîra Parastinê ya Almanyayê gihîşt Hewlêrê
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê.

Îro (25ê Îlonê), Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen bi serdanekê gihîşt Başûrê Kurdistanê û li balafirgeha Hewlêrê, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir pêşwazî lê kir.

Li gor agahiyên Rûdawê, Wezîra Parastinê ya Almanyayê dê ligel berpirsên Kurdistanê hevkariyên serbazî yên Almaniyayê bo Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê binirxînin.

Welatê Almanyayê yek ji wan welatên e ku hevkariyên leşkerî pêşkêşî Başûrê Kurdistanê dikin bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê.

Serdana Ursula von der Leyen dê taybet be bi çawanî û awayê pêşkêşkirina hevkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Rudaw
Top