Çekên Elmanya gehiştin Kurdistanê
Di demên borî de gelek welatan ragehandibûn ku di şerê DAİŞ’ê de wê alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û çek û pêdiviyên leşkerî ji Hêzên Pêşmerge re bişînin, Elmanya jî yek ji wan welatan bû.
Piştî ku hikûmeta Elmanya yekem karwanê çek û pêdiviyên leşkerî ji Herêma Kurdistanê re şand, îro ew çek û teqemenî gehiştin Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Li gor daxwiyaniya Wezareta Berevaniyê ya Elmanya, îro balefireke leşkerî ku gelek çek û teqemenî hilgirtibûn, gehişte Herêma Kurdistanê.
Çek û teqemeniyên Elmanya yên ku ji Pêşmergeyên Kurdistanê re şandine, ji 50 fûzeyên antîtank, 250 çekên kaleşînkof ligel 20 top û çekên din pêk tên. Ligel wê balefirê hejmarek leşkerên Elmanya jî gehiştin Hewlêrê daku li ser bikaranîna wan çekan Pêşmerheyên Kurdistanê perwerde bikin.
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê jî li ser zarê berpirsê ragehandiba Sekreterê Giştê yê Wezareta Pêşmerge nûçe piştrast kir û got: ‘’Çekên Elmanya gehiştin Herêma Kurdistanê û piştî perwerdeya li ser wan çekên modern û nû dê li Hêzên Pêşmerge bên belav kirin.
Ji aliyekî din ve biryar e îro Wezîra Berevaniyê ya Elmanya Ursula von der Leyen, serdana Kurdistanê bike û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bicive û piştî civînan jî ligel Barzanî civîneke çapemeniyê lidar bixe.
Basnews
