• Sunday, 15 February 2026
logo

Salih Muslim: Metirsiya komkujî li Kobanê heye

Gulan Media September 24, 2014 Nûçe
Salih Muslim: Metirsiya komkujî li Kobanê heye
Salih Muslim Hevserokê PYDê yê Rojavayê Kurdistanê got, dibe ku DAIŞ wek Şengalê li Kobanê jî komkujiyê bike û ev metirsî hê didome

Salih Muslim îro li Parlementoya Ewropayê civîneke çapemenî li dar xist û got, yek kîlometre maye endamên DAIŞê bigihin Kobanê û destnîşan kir dibe ku di demjimêrên pêş de komkujiyek rû bide.

Muslim got, Yekîneyên Parastina Gel heta dawî wê Kobanê biparêzin, lê tifing û alawên dest wan têr nakin û çekdarên DAIŞê bi çekên giran û modern êriş dikin.

Derbarê êrişên asmanî yên DYAyê de jî Muslim got, “Dereng mane û nebes e” û pêbawer nîne ku bo Kobanê encamekê bide.

Muslim got, wan xwestine beşdarî koalîsyona hemberî DAIŞê bibin lê jiber ku “nayên naskirin” encam nagrin û destnîşan kir ku, ger çek bigihîjin wan ew dikarin DAIŞê li herêmê têkbibin û ev hêz tenê di wan de heye.

YPGê hê berê dabû aşkerakirin li eniyên rojhilata Kobanê DAIŞ hatiye rawestandin û li eniyên başûr û rojava jî hatiye şikandin.

Hêzên asmanî yên DYA û welatên ereb ev du roj in bi muşek û firokan binkeyên DAIŞê yên li Sûriyeyê û derdora Kobanê bombebaran dikin.

Piştî êrişên DAIŞê di nava hefteyek de 140 hezar kes ji Kobanê koçberî bakurê Kurdistanê bû.

Tê ragihandin ji bakur bi hezaran ciwan vedigerin Kobanê bi armanca şerê dijî DAIŞê çek hildigrin.

Rudaw
Top