• Sunday, 15 February 2026
logo

Civata wezîran rewşa mirovî ya koçberan dinirxîne

Gulan Media September 24, 2014 Nûçe
Civata wezîran rewşa mirovî ya koçberan dinirxîne
Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja 24ê îlonê li bajarê Hewlêrê, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de, serokwezîrê herêma Kurdistanê behsa pirsa beşdariya herêma Kurdistanê di hikûmeta Îraqê de kir û got:

- Em dixwaz in beşdarîkirin di hikûmeta Îraqê de bi awayekî be ku, hemû ew partiyên di hikûmeta herêma Kurdistanê de beşdarin, beşdariyê di hikûmeta Îraqê de bikin. Ji bo herêma Kurdistanê pirsa wergirtina postan ne gelek giring e, ya giring yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê ye.

- Me ew daxwaz ji birêz Ebadî kiriye û em li benda bersivê ne.

Barzanî got ku, dê aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê li ser vê pirsê bicivin û ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê pirsa neft û gazê ye digel hikûmeta Îraqê ku bi rêya diyalog û lihevtêgehiştinê bê çareser kirin
Serokwezîr behsa serdana çend rojî ya xwe û şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bo wîlayeta Duhokê kir û got:

- Rewşeke mirovî gelek xerab li wîlayeta Duhokê heye, divê hikûmeta Îraq û civaka navdewletî hevkariyê bi me re bikin daku rê ji qewimîna mezintirîn karesata mirovê bê girtin. Ji karên pêşîneyên hikûmeta herêma Kurdistanê li wîlayeta Duhokê eve ku pirosesa xwendinê li wîlayeta Duhokê dest pê bike û ew koçberên di avahiyên xwendingehan de dijî ku, hijmara wan 430 xwendingehin, ji bo kampan bên veguhastin û xwendekar vegerin bo ser xwendina xwe.

- Raste, karesata heye li Duhokê gelek mezine û hemû saziyên wîlayeta Duhokê li go îmkanan xizmeta koçberan kiriye, lê li Xaneqînê jî nêzîkî 70 hezar koçber hene û şerê li dijî terorîstan berdewame, divê pêşbîniya hatina zêdetir koçberan bo herêma Kurdistanê bikin, ji ber hindê divê Îraq û civaka navdewletî jî zêdetir hevkariya herêma Kurdistanê bikin.

Serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku di rewşeke wisa de divê hikûmeta merkezî hest bi berpirsiyariyê bike û xwedî li pirsa koçber û penaberan derkkeve û ew wezîfeyên li ser wê ne cîbicî bike:

- Raste, hikûmeta Îraqê hindek hevkarî hinartiye, lê ew hevkarî bi tu awayî di sewyeya wê karesata mezin de nîne, ji ber hindê me daxwaz kir birêz serokomar, serokwezîr û serokê parlamentoya Îraqê serdana Duhokê bikin û ji nêzîk haydarî rewşa heye bibin.
Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, ji aliyê xwe ve, behsa wê yekê kir ku, tevî ew karesata mirovî li wîlayeta Duhokê heye û ew zixta mezina ketiye ser saziyên hikûmetê li wê dirê, berî vê kirîzê jî wîlayeta Duhokê pirsgirêka kêmiya karmendan heye û daxwaz ji hemû wezîran kir biçin serdana Duhokê bikin daku ji nêzîk haydarî rewşa heye bibin û li gor îmkanan hevakriyê bikin.

Di civînê de, hemû wezîran behsa wan kar û çalakiyan kir ku divê ji aliyê saziyên wezaretan ve li wîlayeta Duhokê bên encam dan û çend daxwazî û pêdawîstî pêşniyar kirin daku bikaribin weke pêwîst di kêmkirin û rêvebirina kirîza mirovî li wîlayeta Duhokê de hevkar bin. Tekîd li wê yekê hat kirin ku, berî hatina demsala zivistanê, berif û baranê, tedbîrên pêwîst bên wergiritin daku kirîza mirovî giran û dijwartir nebe. Civînê sipasiya saziyên hikûmetê li herêma Kurdistanê û bi taybeyî yên wîlayeta Duhokê û sipasiya zanayên olî kir ku, roleke giring di çewaniya miamilekirin digel rewşa îro li herêma Kurdistanê heye, lîstiye.

Serdana wezîrê samanên xwezayî bo Komara Îslamiya Îranê û civînên digel berpirsên îranî ji bona xurtkirina têkeliyên bazirganî û hevkariya navbera Hewlêr û Taranê di warê neft û enerjiyê de, serdana wezîrê ewqaf û karûbarên olî bi serokatiya şandeyekê bo welatên Ewropa û dîdar û civînê digel nawendên siyasî, olî û beşdarîkirin di çend çalakiyên cihê de, beşdarîkirina wezîrê çandiniyê û çavknaiyên avê di konferensa navdewletiya taybet bi avê li Stenbolê û tekîdkirin li ser wê yek divê av weke hokarek ji bo aşitî û libarçavangirtina pêdawîstiyên herêma Kurdistanê di warê avê de, di civînê de bilind hatin nirxandin. Civînê tekîd kir ku, serketina hevkarî û hevahengiya di warê neft û enerjiyê de di navbera herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê de bi sudê herêma Kurdistanê dibe.

Di civînê de biryar hat dan li ser cîbicîkirina biryar û fermana herêmî ya taybet biwîlayetkirina Helebceyê û destnîşankirina mekanîzima danan walî ûcîgirê walî û struktura kargêriya wîlayeta Helebceyê hat minaqeşe kirin, biryar hat dan komîteyek ji civata wezîran ji her yek ji wezîrê navxwe, wezîrê darayî, wezîrê karûbarên şehîdan û wezîrê karûbarên parlamnetoyê bê pêkanîn daku digel parlamento û aliyên siyasiyên kurdistanî pirsa destnîşankirina waliyek bo Helebceyê gotûbêj bikin û biryara dawî bidin.

Di civînê de behsa îhtîmala qeçaxçîkirin bi wê nefta li deverên bin desthilata terorîstiyên DAÎŞ de bê kirin, biryar hat dan komîteyeke bala ji wezîrê pêşmerge, navxwe,samanên xwezayî û serokê konseya ewlkariya herêma Kurdistanê bê pêkanîn daku gelek bi hûrî çavdêrî û dûvçûnê li ser vê pirsê bike û hemû tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtin li îhtîmala qaçaxçîkirin bi neftê bigirin û bi dijwarî li hember rawestin.
Top