• Sunday, 15 February 2026
logo

PYDê pêşwazî li êrişên Amerîka û Hevpeymanan bo ser DAIŞê kir

Gulan Media September 24, 2014 Nûçe
PYDê pêşwazî li êrişên Amerîka û Hevpeymanan bo ser DAIŞê kir
Salih Muslim Hevserokê PYDê got, ew kêfxweş in ku DYA û welatên Ereban li binkeyên DAIŞê dane û destnîşan kir ku amade ne hemberî DAIŞê hevkariya koalîsyonê bikin.

Salih Muslim derbarê êrişên şeva borî yên DYAyê ku li Sûriyeyê bajarên Îdlib, Deyre Zor û Hesekê binkeyên DAIŞê kirine armanca xwe, daxuyaniyek da.

Muslim got, “Em li bendê ne hevkariya Koalîsyona navneteweyî bikin ku dijî terorê hatiye sazkirin ku ev teror li Rojhilatanavin ser hemû nirxên mirovahiyê metirsî ye.”

Muslim da xuyakirin, meha tîrmehê jî DAIŞê xwestiye Kobanî dagir bike û destnîşan kir, hê jî metirsiya ku Kobanê bikeve destê DAIŞê didome.

DAIŞê 15ê îlonê bi tank, top û mûşekan êriş li Kobanî kir ku meha tîrmehê nikaribû bidest bixe û 10 km nêzîkî bajar bû. Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) heta niha 138 hezar kes ji Kobanî koçber bûye.

Top