• Sunday, 15 February 2026
logo

Operasyonên şevê din derdora herêma Kobanê girtin

Gulan Media September 24, 2014 Nûçe
Operasyonên şevê din derdora herêma Kobanê girtin
Operasyonên hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina DAIŞê li Sûriyê didomin û şevê din li çeperên DAIŞê li derdora herêma Kobanê dan.

Duh 23ê Îlonê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby, eşkere kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û welatên hevpeymanên wî welatî, li Sûriyê dest bi êrişên hewayî li dijî DAIŞê kirine.

Şevê din dîsa balafirên hevpeymaniya navdewletî operasyonên xwe li dijî çekdarên DAIŞê domandin û çeperên DAIŞê li Sirîn, Qibe, Pira Qere Qozak, Îlac û Xerab hişk yên nêzîkî Kobanê bombebaran kirin.

Ev çend roj in çekdarên DAIŞê êrişên giran dikin ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê û bajarê Kobanî dorpêç kirine û şerekî giran di navbera wan û hêzên YPGê de derketiye û heta niha jî didome.

Hêzên dijbereya Sûriyê ragihandin ku hevpeymaniya navdewletî operasyonên nû li navçeya el-Bab ya Helebê li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn.

Herwiha operasyonên duh li dijî DAIŞê li Sûriyê çeperên wê rêxistinê li bajarên Reqayê (nêzîkî bajarê Kobanî), Dêra Zorê, Bûkemal û parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê jî ve girtibûn.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama roja 11ê Îlona îsal stratejiya xwe ya li dijî DAIŞê eşkere kir û da zanîn ku dê operasyon û êrişên hewayî yên li dijî DAIŞê “li her derî” bên kirin.

Rudaw
Top