• Sunday, 15 February 2026
logo

Fermandarê tirk yê El Nusrayê hat kuştin

Gulan Media September 24, 2014 Nûçe
Fermandarê tirk yê El Nusrayê hat kuştin
Hat ragihandin ku di encama bombe baran kirana DYAyê ya li Sûriyê de fermandarek El Nusrayê yê welatiyê Tirkiyeyê Ebu Yusuf El Tirkî hat kıştin.

Li gor nûçeya rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyeyê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) li gel 5 dewletên ereban êrîşên asamanî li hemberî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) û El Nusraya giredayî El Qaidê kir.

Di encama bombe baran kirinê de Ebu Yusuf El Tirkî (Umit Yaşar Toprak) yê hemwelatiyê Tirkiyeyê yê fermandarê cepera Nusret û nîşangêrekî dijwar yê El Nusrayê hat kuştin.

Herwiha hat îdiakirin, di encama bombe barab kirine de 3 hemwalatiyên Tirkiyeyê yên din jî hatine kuştin.

Ebu Yusuf sala 2012an heta niha li Sûriyê nav El Nusrayê de şerî dike. Ji beriya wê jî sala 2009an heta 2012an li Afganistanê bi navê Hamza Harbî dihat naskirin.

Rudaw
Top