• Sunday, 15 February 2026
logo

Ciwanên Kurd ên nav DAIŞ’ê xwe radestî Pêşmergeyan dikin

Gulan Media September 24, 2014 Nûçe
Ciwanên Kurd ên nav DAIŞ’ê xwe radestî Pêşmergeyan dikin
Ciwanên Kurd ên di nav rêzên DAIŞê de poşman bûne û çekdarên Ereb ên DAIŞ’ê ji wan bi guman in, lewra bi dehan kesan xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirine û hejmarek ji wan xortan jî ber bi welatên din reviya ne.

Derbarê mijarê de çavkaniyeke agahdar ji saziyên ewlekariyê yên Kurdistanê ji BasNewsê re got: ‘‘Hejmarek ji xortên Kurd ên ku çûne nav rêzên DAIŞ’ê, bi rêya telefonê digel xizim û mirovên xwe aşkere kirine ku gelek poşman bûne û nizanin çawa vegerin, ji ber Herêma Kurdistanê wan qebûl nake û çekdarên DAIŞ’ê jî ji wan bi guman in, herwiha gotine ku DAIŞ’ê hejmarek ji wan bi tohmeta sîxuriyê bo Hêzên Pêşmerge kuştine û gumanên emîrên DAIŞ’ê liser wan zêdetir e ji welatiyên rojavayî.’‘

Heman çavkanî wiha axifî: ‘‘Piraniya wan ciwanê ku çûne nav rêzên DAIŞ’ê, niha fam kirine ku ew karên tên kirin dûr in ji têgehiştina wan a derbarê Îslamê de, lê êdî ketine nav û niha bi dehan xoratn xwe radestî Pêşmergeyên Kurdistanê kirine û bi dehan jî reviyane welatên din.’‘

Serokê Komîteya Navxwe ya Parlamantoya Kurdistanê Eyûb Ebdula li ser heman mijarê got: ‘’Heta niha hejamara ciwanên Herêma Kurdistanê yên ku peywendî bi DAIŞ’ê re kirine çiqas be, lê ew hejmar ne bi vî rengî ye ku hinek kanal behs dikin. Ew xortên ku çûne nav rêzên DAIŞ’ê poşman bûne û tevî vê yekê jî nikarin vegerin Herêma Kurdistanê ji ber ti lêborînek wan li xwe nagire.’‘

Herwiha tekez kir ku ji Hewlêr û Silêmaniyê û qeza û nehyeyan wan ciwan çûne. Lê çavkaniyeke berpirs ji partiyeke Îslamî ji BasNewsê re wiha axifî: ‘‘Ligor zaniyariyên me hejmara xortên çûne nav rêzên DAIŞ’ê 1000 xort derbas kiriye û piraniya wan jî ser bi fikra Îslama siyasî ne, bi taybet jî yên ku peywendiya wan bi Ensar El-Îslamê re hebû. Di heman demê de piraniya wan xortên çûne ji qeza û nehyeyên Hewlêr û Silêmaniyê ne, bi taybet jî parêzgeha Silêmaniyê û Helebce.’‘

Ligor zaniyariyên BasNewsê jî, tenê ji mizgefteke bajarê Hewlêrê ku ser bi partiyeke Îslamî ye 7 ciwan çûne nav DAİŞ’ê. Pisporên di vî warî de jî dibêjin ku bandora radîkaliya olî û nexweşiyên derûnî û hejarî û bêkarî, sedemên çûna wan xortan e, ev yek li Kurdistanê be yan li her welatekî din.’‘

Ji aliyê xwe ve, Misteşarê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdustanê Celal Şêx Kerîm ji BasNewsê re da zanîn ku Asayişa Herêma Kurdistanê hejmar û pênaseya wan hemû kesên ku peywendî bi DAIŞ’ê re danîne dizane.

Rêveberê Ragehandina Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Kurdistanê Merîwan Neqişbendî jî wiha axifî: ‘‘Tişta em dizanin hejmara wan xortan nêzîkê 400 kesan e, lewra bawer nakim gehiştibe 1000 kesan. Herwiha bi dehan xort vegeriyane û niha piraniya wan di bin lêpirsînê de ne û hinek ji wan hatine girtin. Piştî ku baweriya bi xortên Kurd di nav DAIŞ’ê kêmtir bû, hejmarek ji wan hatine kuştin û niha piraniya xortên Kurd ên di nav rêzên DAIŞê de newêrin vegerin Kurdistanê ji tirsa lêpirsînê, loma berê xwe didin welatin din.’‘

Basnews
Top