Keryy: Tirkiye dê li hemberî DAIŞê di cepera pêşiyê de şer bike
5emîn Foruma Global ya Dijî Terorê ya ku hevseroken wê John Kerry ê Wezîrê Derve yê Dewletên Yekgirtî yên Amerikayê (DYA) û Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li New Yorkê hat lidarxistin.
Mevlut Çavuşoglu li foruma 29 dewlet beşdarbûyîn got metirsiya herî mezin a niha rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ye û Tirkiyeyê li hemberî vê rêxistine de barek giran li xwe girtiye. Herwiha got wan ji 75 dewletên cuda zêdetirî hezaran şervanî ji sînorê xwe derxistine.
Çavuşoglu diyar kir ku ew piştgiriya gotina Kerry ya “Divê rêxistina DAIŞê jinav bê rakirin” dike û got, “Tirkiye dûçar ma di hemberî DAIŞê de barekê girîng li xwe bigire. Me nêzîkê ji 75 dewletan ji zêdetirî hezaran şervanên terorîst tespît kirin û ji sînorê xwe derxistin. Herwiha me ji bo vê yekê jî mesrefek zêde kir.”
Wezîrê Derve yê DYAyê John Kerry jî di axaftina xwe de ragihand ku Tirkiye dê li hemberî DAIŞê di cepera pêşiyê de şer bike û got, “Tirkiye parçeyek mezin yê vê koalîsyonê ye û ew dê vê hewldanê de di cepera pêşiyê de cih bigirin.”
Kerry da zanîn Tirkiyê ji bo 49 rehîneyên wan destê DAIŞê de bûn wan ne dikarî bi rihet hewl bidin û wiha got, “Piştî ku ev pirsgirêk hat çereserkirin Tirkiye dê ji bo serkefitine li gel me hewl bide.”
Wezîrê Derve yê DYAyê eşkere kir DAIŞe rêxistineke bi fonên bêdestûr û bi şervanên biyanî dimîne ser pêyan û hewldana ewlekarî bi tenê ji bo jinav rakirina DAIŞê ne bes e. Divê aboriya wan bê birîn, vîzeyên wan jî bê betalkirin.
Kerry bal kişand ku pirsgirêka DAIŞê bi çend êrîşan nayê çareserkirin, li hemberî DAIŞê stratejiyêk navneteweyî û hevbeş pêwîst e.
