• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir

Gulan Media September 23, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serok Komarê Iraqê kir
Duh sêşem 23.09.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Cîgirê Serok Komarê Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Kerîm Sincarî Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê amade bûn, pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û her wiha proseya siyasî û rêyên serxistina vê proseyê û nehiştina qeyranan xistin ber behs û guftûgoyan.

Her li vê hevdîtinê de êrîşên terorîstan û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş û çawayiya têkşikandina wan hate nirxandin.
Top