Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Li hevdîtinek da serkeftinên Pêşmerge li ser terorîstan û hengavên hêzên hevpeymanan û weşandina gurzên asmaniyên li dijî terorîstên Da'îş li nav axa Sûriye xistin ber behs û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste tu penagehekî aram li Sûriye û Iraqê ji bo terorîstên Da'îşê nemîne.
Di derbarê li dijayetîkirina terorîstan her dû alî li ser ewe hevrebûn ku heman demî de li gel serkeftina serbazî li ser terorîstan pêwîste li ruyê siyasî ve jî li navxweya Iraqê û her wiha li gel welatên navçeyê karê ciddî ji bo nehiştin û ji navbirina terorîstên Da'îş bê kirin.
Rewşa hêzên Pêşmerge li bereyên rûbirûbûna terorê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku destpêşxerî li destê hêzên Pêşmerge daye û terorîst li ji rewşa bergirî û paşvekêşiyê dane. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku ew xelkên hevkariya Da'îşê kirine û beşdarbûne li kuştin û birîn û talan û destdirêjiya ser xelkê divê bi tundî bêne sizadan û tawanbar ji wan kesan bêne cûda kirin ku li gel terorîstan da hevdest nebûne. Di derbarê rewşa awareyan jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste xelkê koçber vegerînin cihên xwe û ji êrîşa terorîstan jî bê parastin.
