John Kerry û Cewad Zerîf civiyan
Li Newyorkê wezîrên derve yên Amerîka û Îranê civiyan.
Di vê derbarê de çavkaniyên nûçeyan belav kirin ku îro li Newyorkê her du wezîrên derve yên Îran û Amerîkayê bo giftûgo kirin li ser bernameya etomiya Îranê civiyane.
Çavkaniyên han belav kirin ku ew civîna navbera Zerîf û Kerry 30 deqîqeyan dom kiriye.
Di dawiya civîna han de jî Kerry ragehand ku ev civînên han yên ku biryare vê hefteyê jî bidomin bo gehêştin bi derfetekî bo lihev kirin li ser bernameya etomiya Îranê derfetên gelek girîngin.
Kerry herwiha eşkere kir ku di civînê de ji bilî bernameya etomiya Îraqê hevdem mijara terorîstên DIŞIê jî hatiye giftûgokirin.
