Ocalan bo Kobanê daxwaza berxwedanê li gelê Kurd kir
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Oclaan Mazlum Dînç ragihand ku di hevdîtinê de Ocalan jê re gotiye ku: “Ew ji bo çareserkirina çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk ji bo hemû gavan amade ye lê hikûmet û dewlet pêvajoya muzakereyê nade destpêkirin.”
Dînç got: Ocalan têkîldarî serbestberdana xebatkarên sefîrxaneyê yên di destê DAIŞ’ê de û muzakerên di navbera hikûmet û DAIŞ’ê re wiha gotiye, “Bi taybetî ji bo serbestberdana dîlên li Musilê dewletê bi awayeke aşkera muzakere pêkaniyê û ji raya giştî re aşkera kiriye lê di mijara çareserkirina pirgsirêka kurd de pêvajoya muzakereyê hêj nedaye destpêkirin.”
Dînç têkîldarî mijarê gotinên Rêberê PKK’ê Ocalan wiha anî ziman: “Li aliyê din têkîldarê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hemû gelê me bi teybetî divê xwe li gorî şer amade bike teşe bide jiyana xwe. Niha li Kurdistanê şereke kur heye.”
Ocalan got: “Tenê ne gelê Rojava, Bakur û hemû parçeyan gelê kurd li gorî vê yekê teşe bide jiyana xwe. Ez bang li gelê kurd dikim ku li hemberî şerê kur derbasî berxewdanê bibin.”
