Hijmara awareyên Kobanê gehêşte 130 hezaran
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje hijmara awareyên Kobanê gehêştiye 130 hezar awareyan.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragehand ku di nava çend rojên derbasbûyî de zêdetir ji 130 hezar xelkê Kobanê û derdor jiber êrîşên terorîstên DIŞIê aware bûne û berê xwe dane Tirkiyeyê.
Kurtulmuş herwiha eşkere kir ku heta niha 130 hezar awareyên Rojavayê Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê bûne û deriyên sînor yên Tirkiyeyê jî bo pêşwazî kirina awareyan vekirîne.
