• Sunday, 15 February 2026
logo

Emar Hekîm ji rewşa awareyên Mesîhî pirsî

Gulan Media September 23, 2014 Nûçe
Emar Hekîm ji rewşa awareyên Mesîhî pirsî

Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê çû serdana awareyên Mesîhî li Enkaweyê.

Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Hekîm di çarçoveya serdana xwe ya bo Kurdistanê de duh serî li Enkawe xist û ji nêz ve wenêrîn bo rewşa awareyên Mesîhî kir.

Di vê serdana han ya meydanî de Hekîm ji nêz ve wenêrîn bo rewşa wan awareyan kir ku jiber êrîşên terorîstîn DIŞIê warên xwe bicîh hêştine û hatine Kurdistanê.

Hekîm di beşeke din ya vê serdana han a meydanî de ji bo hevkarî kirina awareyan jî spasiya hikûmeta Kurdistanê kir û rola hikûmeta Kurdistanê bi roleke girîng û erênî wesif kir.

Top