• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîkayê li Sûriyê jî li DAIŞê da

Gulan Media September 23, 2014 Nûçe
Amerîkayê li Sûriyê jî li DAIŞê da
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, balafirên şer ên Amerîkayê çeperên DAIŞê yên li Sûriyê dane ber bombeyan.

Berdevkê Pentagonê John Kirby, eşkere kir ku Amerîka û welatên hevpeymanên wî welatî, li Sûriyê dest bi êrişên hewayî li dijî DAIŞê kirine.

Kirby anî ziman ku di êrişên li dijî DAIŞê de rokêtên ji curê “Tomahawk” jî hatine bikaranîn.

Berdevkê Pentagonê diyar kir ku ew êdî nikare ji vê zêdetir agahiyan bide û wiha got: “Fermana vê êrişî îro danê sibê ji aliyê Serfermande Obama ve hat dayîn. Emê paşê agahiyên zêdetir bidin.”

Wî rayedarê Pentagonê negot, li kudera Sûriyê êrişî DAIŞê hatiye kirin lê li gorî televîzyona Al Ajazeerayê, balafirên şer ên Amerîkayê û hevpeymanên wê, çekdarên DAIŞê yên li bajarê Reqayê (nêzîkî bajarê Kobanî) yê Sûriyê dane ber bombeyan.

Tê zanîn, ev çend roj in çekdarên DAIŞê êrişên giran dikin ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê û bajarê Kobanî dorpêç kirine û şerekî giran di navbera wan û hêzên YPGê de derketiye û heta niha jî didome.

Rudaw
Top