• Sunday, 15 February 2026
logo

Bîlançoya heftiyeka şerê Kobanê; YPG dibêje 232 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Gulan Media September 23, 2014 Nûçe
Bîlançoya heftiyeka şerê Kobanê; YPG dibêje 232 terorîstên DAIŞ hatine kuştin
Yekîneyên Parastina Gel YPG li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ji 15 îlonê û heya niha li hemberî êrişên çekdarên DAIŞ`ê bi awayekî dijwar liberxwe dide û bîlançoya şerê hefteyê ji raya giştî re ragihand.


Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihandiye ku li sê eniyên herêman Kobanê berxwedanen mezin yên hêzên YPG’ê û gelê Kobanê berdewam dike û weha gotiye: Şer û pevçûnên ku 15’ê îlonê hatibû despêkirin bi hemû germahiya xwe berdewam dike. Di encama şerê hefteyekê de 232 çekdarên hatine kuştin, gelek otombêlên wan hatine rûxandin û dest danine ser gelek cebilxaneyan.

Herweha navenda çapemeniya YPG aşkira kiriye ku di wan êrişan de ku ev heftiyeke didome bi giştî 32 şervanên YPG şehîd bûne.
Top