• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Êrîşên Asmanî gelek bi sûdin

Gulan Media September 23, 2014 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Êrîşên Asmanî gelek bi sûdin

Mesrûr Barzanî dibêje êrîşên asmanî yên Amerîkayê bo ser terorîstên DIŞIê gelek bisûdin.

Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanala CBSnewes ya di çarçoveya bernameya Minutes60 de behsa pir çek kirina hêzên pêşmerge yên Kurdistanê û herwiha astengiyên ku hikûmeta Bexdayê bo gehandina hevkariyan bo hêzên pêşmerge çê kirine dike.

Ew jî beşek ji hevpeyvîna han e

Pirs: Gelo êrîşên asmanî dikarin DIŞIê têk bibin?
Bersif: Êrîşên asmanî yên balefirên şerê ên Amerîkayê gelek bisûdin û pêşmerge ji ber hevkariya han spasiya Amerîka dike lê ez nebawerim ew êrîşên han bi tenê bo têk birina DIŞIê têrê bikin.
Pirs: We daxwaza çi cure çekekî ji Amerîkayê kiriye?
Bersif: Me daxwaz ji Amerîkayê kiriye daku bi çekên giran hevkariya hêzên pêşmerge bike weke Tank, zirepûş, kopter û alawên taybet bo weguhastina hêzên pêşmerge weke MRAP jiber ku ew tiştên han gelek girîngin.
Pirs: We daxwaza wan çekan kiriye lê gelo hikûmeta Bexdayê di warê gehandina wan çekan de astengî dir dixe?
Bersif: Di rastî de li gor destûra bingehîn ya Îraqê hikûmeta Kurdistanê berpirsê parastina Kurdistanê ye lê mixabin ew hevkariyên ku heta niha hatine tenê bo artêşa Îraqê bûne, lê dema pirs dibe mijara parastina Kurdistanê weke beşek ji Îraqê vê demê ew erkê pêşmergeye ku Kurdistan anjî beşek ji Îraqê biparêze, lê careke din ku mijar dibe mijara mafê pir çek kirina hêzên pêşmerge û mûçeya pêşmerge û herwiha dabîn kirina çekan ji bo hêzên pêşmerge hikûmeta Bexdayê astengiyan derdixe, ez nizanim gelo hikûmeta nû vê çi bike lê heta niha rê nedane ti hevkariyek ji hêzên pêşmerge re were şandin.
Pirs: Gelo pêşmerge nehatiye pirçek kirin?
Bersif: Raste nehatiye pir çekkirin, ez bawer dikim kes nikare texmîna hêza DIŞIê bike bi taybetî piştî ku karî çekên pêşkeftî yên her du artêşên Îraq û Sûriyayê bidest bixe, 5 firqeyên artêşa Îraqê reviyan û tevahiya çek û cebelxaneyên wan jî ketin destê DIŞIê.
Pirs: Gelo hijmara terorîstên DIŞIê çend?
Bersif: Ez bawer dikim hijmara wan terorîstan nêzî 40 hezar be û li Îraq û Sûriyayê de şer dikin û mimkune bi awayekî yeksan li ser wan her du welatan de hatibin dabeşkirin.
Pirs: Gelo hijmara ew xelkên ku hevkariya wan dike çende?
Bersif: Başe ewin ku hevkariya wan dikin, vê car ya bawer bi wan dikin anjî jiber tirsê, dikarim bijêm nêzî 100 hezar kese.
Pirs: Pereyên DIŞIê ji kûderê tên?
Bersif: Ew çavkaniyên dahata xwe çê kirine li gorî zaniyariyan rojane bi rêya firotina petrolê, genim û wergirtina serane ( bac) ji xelk nêzî 6 miliyon dolar dahata wan heye û hîn jî hevkariya wan tê kirin.
Pirs: We behsa hevkariyê kir…?
Bersif: Xelekî zêde ku baweriya xwe bi îdeolojiya wan radîkalan heye hevkarî kirina wan bi erkê xwe dizanin.
Pirs: Gelo ji kûderê bo wan tê?
Bersif: Ji aliyê welatên cuda cuda vet ê.
Pirs: Gelo ji welatên Kendavê tê?
Bersif: Hinek ji welatên Kendavê tê.
Pirs: Rojane 6 miliyon dolar, ew yek dibe sedem ku hertim berdewam bin?
Bersif: Eger neyên rawestandin.
Share on facebook Share on twitter Share on google_plusone_share Share on linkedin More Sharing Services
Top