Ebadî: Xewna Kurdan ne di destê min de ye
Ebadî di hevpeyvîneke ligel televizyona El-Erebiye de, da zanîn ku şêwirmendên Amerîkî, Brîtanî û Îranî di proseya dijî rêxistina DAİŞ’ê de alîkariya hêzên İraqê kirine û di heman demê de artêşa İraqê sûd ji milîşiyayên çekdar wergirtiye bo rûbirûbûna çekdarên DAİŞ’ê.
Ebadî wiha axifî: ‘’Eger li gor destûrê be tu pirsgirêk nîne ku herêmeke Suneyan jî were damezrandin, di heman demê de kêşe û derencamên hikûmeta Nûrî Malikî ne di stoyên min de ne.’‘
Derheqa nakokiyên navbera hikûmeta Bexdayê û ya Hewlêrê de jî, Ebadî got: ‘’Dibe ku pirsgirêk bi hevkariya navbera herdu aliyan werin çareserkirin. Di heman demê de xewna Kurdan a damezrandina dewleta serbixwe jî ne di destê min de ye.’‘
Basnews
