• Sunday, 15 February 2026
logo

Ebadî: Xewna Kurdan ne di destê min de ye

Gulan Media September 23, 2014 Nûçe
Ebadî: Xewna Kurdan ne di destê min de ye
Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî ragehand ku divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi alîkariya herdu aliyan bên çareser kirin û derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî got: ‘’Xewna Kurdan bo damezrandina dewleta serbixwe de ne di destê min de ye.’‘

Ebadî di hevpeyvîneke ligel televizyona El-Erebiye de, da zanîn ku şêwirmendên Amerîkî, Brîtanî û Îranî di proseya dijî rêxistina DAİŞ’ê de alîkariya hêzên İraqê kirine û di heman demê de artêşa İraqê sûd ji milîşiyayên çekdar wergirtiye bo rûbirûbûna çekdarên DAİŞ’ê.

Ebadî wiha axifî: ‘’Eger li gor destûrê be tu pirsgirêk nîne ku herêmeke Suneyan jî were damezrandin, di heman demê de kêşe û derencamên hikûmeta Nûrî Malikî ne di stoyên min de ne.’‘

Derheqa nakokiyên navbera hikûmeta Bexdayê û ya Hewlêrê de jî, Ebadî got: ‘’Dibe ku pirsgirêk bi hevkariya navbera herdu aliyan werin çareserkirin. Di heman demê de xewna Kurdan a damezrandina dewleta serbixwe jî ne di destê min de ye.’‘

Basnews
Top