• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Duhokê hikûmet pirsên warê perwerdeyê dinirxîne

Gulan Media September 23, 2014 Nûçe
Li Duhokê hikûmet pirsên warê perwerdeyê dinirxîne
Ji bona nirxandina pirsgirêkên sektora perwerdeyê li wîlayeta Duhokê ku, ji sedema hijmara zêdeya koçberan hema bêje hemû dibistan û xwendingehên wê wîlayetê bûne cîyê hewandina koçberan, 40% ji xwendingehên wê wîlayetê ji sala nû a xandinê bê par bûne, duh 22ê îlonê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdar bi kirîza koçberan ve digel walî û berpirsên sektora perwerdeya Duhokê civînek saz kir.

Di civînê debehsa pirsgirêkên perwerdeyê û tesîra nêgetîv a li ser pirosesa xandinê û texîrbûna destpêkirina sala nû ya xandinê hat kirin. Bi berdewamî kamp ji bo koçberan tên avakirin û ew koçberên di avahiyên xwendingehan de dijîn ji bo kampên nû tên veguhastin û hêdî-hêdî avahiyên xwendingehan tên valakirin, lê ew xwendingehên tên avalakirin jî pêwîstî bi nûjenkirin û dabînkirina pêdawîstiyên xwendinê hene û ji bo vê yekê jî pêwîstî bi budceyeke ytaybet heye.

Di civînê de bi taybetî behsa pirsgirêka xwendekarên ser bi perwerdeya Şingalê hat kirin ku, hijmara wan nêzîkî 31700 xwendekar in û ji sedema koçbarbûnê ji pirosesa xwendinê bê par mane. Tekîd li ser wê yekê hat kirin ku divê di nava kampên nû de cîyên taybet ji bo xwendina wan xwendekaran bên dirust kirin û pêdawîstiyên xwendin ji bo wan bên dabîn kirin. Di vî warî de serokwezîrê herêma Kurdistanê biryar de bilezgînî lîsteya pêdawîstiyan bê amadekirin û kar ji bo dabînkirina wan pêdawîstiyan bê kirin, hikûmet gelek giringiyê bi warê perwerdeyê dide û bi hûrî lêkolînê li ser pirsgirêk û pêdawîstiyên perwerdeyê dike.

Mijareke din a civînê taybet bû bi pêdawîstiyên warê perwerdeyê li wîlayeta Duhokê bi giştî wek, avakirina xwendingehên nû, zêdekirina mamosteyan û stafê perwerdeyê bi awayekî ku, digel hijmara zêdeya xwendekaran minasib bibe û sîsetma dudewamiyê li xwendingehan nemîne.

Di dawiya civînê de wezîrê perwerdeyê behsa rewşa perwerdeyê û pirs û giriftasriyan û çewaniya çareserkirina wan pêşkeşî civînê kir û spasiya perwerdeya wîlayeta Duhokê kir ku ji destpêka hatina koçberan bo Duhokê bi awayekî serketî parêzgarî ji xwendigehna kiriye.


Top