• Sunday, 15 February 2026
logo

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyê dighîne koçberên Kobanê

Gulan Media September 22, 2014 Nûçe
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyê dighîne koçberên Kobanê
Biryar e îro Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Başûrê Kurdistanê 12 tir alîkarî bighîne koçberên Kobanê yên ku ji ber şerê DAİŞ’ê derbiderî ser sînorê Tirkiyê bûne û nav Kobanê bi xwe jî.

Bi armanca bihewarveçûna koçberên Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê ku niha bi hezaran kes ji ber êrîşên DAİŞ’ê derbideriyê ser sînor û nav Tirkiyê bûne û rewşa wan xirab e, biryar e sibe Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji Başûrê Kurdistanê 12 tir alîkarî bighîne koçberan û nav Kobanê bi xwe jî ku rewşa welatiyên li wir jî di metirsiyê de ye.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ezîz Şêx Reza û cîgirê wî Mûsa Ehmed serpereştiya wê alîkariya însanî dikin û alîkarî ji 6000 pakêtên xwerakê pêk tê û li koçberan tê belav kirin, hevdem ekîba Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Tirkiyê jî xwarina bilez dighîne koçberên Kobanê.

Basnews
Top