Civîneke hevbeş digel saziyên NY li ser rewşa penaberan
Di destpêka civînê de rêxistinên Neteweyên Yekgirtî sipasiya xwe pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, di demeke kurt de û bi awayekî nepêşbînî kirî, miamile digel bûyeran kir û karî pêşwaziyê li hijmareke zêdeya koçberan bike, bihewîne û pêdawîstiyan dabîn bike, herwesa rola hikûmeta herêma Kurdistanê di warê çewaniya rûbirûbûna rewşê, rêvebirina wê hijmara zêdeya penaberan bilind nirxand.
Di civînê de bi hûrî û dirêjî behsa rewş penaber û koçberan hat kirin û pirsgirêk û pêdawîstiyên wan destnîşan kirin, tekîd hat kirin ku, divê hevkarî û hevahengiyeke gelek baş di navbera sazî û ajansên ser bi aliyên peywendîdarên Neteweyên Yekgirtî û saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê de hebe daku bi baştirîn awayî xizmeta penaber û kopçberan bê kirin û kêşe û pirsên wan çareser bikin û pêdawîstiyên wan yên di warê jiyan, saxlemî, perwerde û xizmetgozariyên giştî dabîn bikin.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiyên hikûmeta herêma Kurdistan pêşkeşî sazî û ajansên Neteweyên Yekgirtî kir ji bo wan alîkariyên li herêma Kurdistanê bi giştî û li wîlayeta Duhokê pêşkeşî penaber û koçberan dikin û bûyne hevkarên giringên hikûmeta herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna wê rewşa dijwar ji sedemê wê hijmara zêdeya penaberan ketiye ser milên hikûmetê bi taybetî ku hikûmeta Îraqê weke pêwîst di vê çarçoveyê de wezîfeya xwe bi cî nekiriye .
