Kurdistan pêşwazî li vekirina binkeyek leşkerî ya amerîkî dike
Berî niha Serokê Amerîka Barack Obama ragihand ku ew biniyazin binkeyek leşkerî li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê vekin, hevşêweyê binkeya Incilrîkê li Tirkiye.
Rêveberê ragihandin û rewşenbîriyê li Wezareta Pêşmerge, Helgurd Hikmet di daxuyaniyekê de bo BasNewsê ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li vekirina wê binkeya leşkerî ya Amerîka li bajarê Hewlêrê dike.
Helgurd Hikmet da zanîn jî ku vekirina wê binkeyê li bajarê Hewlêrê, mezintirîn destkefta siyasî û ewlekarî ye bo Herêma Kurdistanê û parastina wê ji her hêzekê ku bixwaze jiyana welatiyan têxe metirsiyê.
Navborî amaje kir jî ku: “Vekirina wê binkeyê piştgiriyeke mezine ji bo parastina ewlekariya Herêma Kurdistanê û welatiyan pişrast dike ku Kurdistanê ji aliyê hêza herî mezin li cîhanê ve parastî ye.”
Basnews
