Serokwezîr serdana kampa nû a li Şariyayê kir
Kampa Şariya ji 4 hezar çadiran pêk tê û her çadirek ji bo malbatekê ye û hemû pêdaîstiyên sereke yên weke; av, elektirîk, germav, destav, amêrên agirvemirandinê tê de hene û rewşa kilîmat jî li berçavan hatiye girtin. Nêçîrvan Barzanî û heyeta pê re geriyanek di nav kampê de kir û ji nêzîk haydarî rewş û awayê avakirina kampa navborî bû.
Serdana kapma koçberan li Şariya
Piştî serdana kampê, serokwezîr bi navê xwe û navê hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya saziya Avad û hikûmeta Tirkiyeyê kir û got: Tirkiyeyê ne bi tenê niha, lê berê jî dema gelê Kurdistanê pêgirî karesat û malwêraniyê dihat, destê alîkariyê bo gelê Kurdistanê dirîj dikir. Tevî wê yekê ku, saziya Avad li çend deverên din li herêma Kurdistanê kampên bi heman awayî hene, saziya Avad dê ji bo 15 hezar malbatên din bi eynî stndard kampan çê bike.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya îdareya karûbarên avakirina kampê kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hemû hevkarî û hêsankariyan pêşkeşî saziya Avad bike daku bikaribe bi hêsanî kalûpel û pêdawîstiyên diruskirina kampê bigihîne herêma Kurdistanê.
