• Sunday, 15 February 2026
logo

DAIŞê bi dehan endamên xwe yên Kurd kuşt

Gulan Media September 22, 2014 Nûçe
DAIŞê bi dehan endamên xwe yên Kurd kuşt
Hate ragihandin rêxistina DAIŞê ji ber di êrişa Kobanê de amade nebûne bi dehan endamên xwe yên kurd kuştine.

Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, li bajaroka Til Hemîsê yê rojavayê Kurdistanê bi dehan kurdên ku endamên DAIŞê ne û dijî êrişa ser Kobanê derketine ji hêla DAIŞê ve hatine kuştin. Li gorî agahiyên ku gihîştine Rûdawê, hejmara wan kesên ku hatine kuştin ji 40 kesan zêdetir e.

Bajaroka Tel Hemîs ku ji Qamişloyê 30 km dûr e, 2 roj beriya niha ji hêla DAIŞê ve hatibû dagirkirin û gundên derdor jî hatibûn talankirin. Li gorî zanyariyan hin endamên kurd ên DAIŞê gotine, “Ji bo ola îslamê em hatine vir, em nehatine kurdan bikujin.”

15ê vê mehê bajarê Kobanê bû hedefa êrişa DAIŞê. Piraniya gundên Kobanê ji ber şer hatin valakirin û nêzîkî 70 hezar kesan berê xwe da bakurê Kurdistanê.

Rudaw
Top