• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşhatên dawî yên şerê Kobanê

Gulan Media September 22, 2014 Nûçe
Pêşhatên dawî yên şerê Kobanê
Şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) de derbasî roja şeşem bû, çekdaran jî dest bi kuştina welatiyên sivîl kirine.

Ji roja Sêşema borî ve, 15ê Îlonê, çekdarên DAIŞê bi çekên giran û hezaran çekdar ji aliyê rojava û rojihlat ve êrîşî herêma Kobanê dikin, her ku diçe jî şer û pevçûn girantir dibin.

Li gora Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha çekdaran 64 gund dagîr kirine û şerekî giran di navbera wan û şervanên YPG û welatiyên Kurd ên çek helgirtînê de berdewame.

“DAIŞ welatiyên sivîl direvîne û wan dikuje”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, duh, 20ê Îlonê, çekdarên DAIŞê 11 welatiyên sivîl ên Kurd, di nav wan de 2 zarok hebûn, li gundewarên rojhilatê Kobanê gullebaran kirine.

Ji aliyek din ve, ajanas ANHAyê belav kir ku li gundên rojhilatê Kobanê çekdarên DAIŞê 8 welatiyên sivîl gullebaran kirin, di nav wan de jinek û zarokek hebûn.

Çavkaniya navborî diyar kir jî ku, çekdrên DAIŞê 5 welatiyên gundê Qeremûx ên bi navên “Mihemed Oso (55) û kurekî wî, navê ehat zanîn, Muslim Qadir (60), Mihemed Elî û Nebo Sîno” gullebaran kirin, lê çavkaniyê diyar nekiriye ev her 5 welatî tevlî wan heşt wekatiyane ku çekdaran ew kuştine yan hejmarek cuda ye.

Rewangeha Sûrî jî da zanîn ku, jinek li gundewarên rojhilatê Kobanê bi gulleya nîşangirekî DAIŞê hat kutşin.

Rewangehê aşkere kir jî ku, heta niha çarenivîsa 800 welatiyên sivîl ji gundewarên Kobanê nediyare, nehatiye zanîn jî ku ew kes saxin yan mirîne yan jî di dest çekdarên DAIŞê de ne.

Ajansa ANHAyê, ku nêzîk PKK ye, belavkiriye jî ku li gundê Koşkar û Eyn El-Bet ên rojhilatê Kobanê, çekdaran 11 welatiyên sivîl di nava wan de jin û zarok jî hene revandin. Hin ji navên ku hatine naskirin jî ev in: “Hecî Xelîl Koro û du keçikên wî Newroz û Melek ên ji gundê Koşkar û sê birayên hev ên bi navên Ehmed Muslim, Selah Muslim û navê birayê sêyemîn jî nehat zanîn, salih Keçelo û hevjîna wî û 3 zarokên wî yên Eyn El-Bet”

“YPG pêşketina DAIŞ rawestand û şervan ji Bakur tevlî YPG dibin”

Navenda Ragihandina YPG îro, 21ê Îlonê, danê nîvro di daxuyaniyekê de ragihand ku şervanên Kurd karîn rêgirî li pêşketina çekdarên DAIŞê li rojhilatê Kobanê bigire.

Di dawiya hefteya borî de jî YPG û Rêvebriya XWeseriya Demokratîk a Kantona Kobanê serferberiya giştî ragihandin û daxwaz ji xort û gencên Kurd li her çar aliyên Kurdistanê kir ku rahêjin çekan û tevlî şerê li dijî DAIŞê bibin.

Herwiha şaxê Kobanê yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî daxwaz kir ku, her kesê karibe rahêje çek bila rahêjê û mil bi mil ligel şervanên YPG bergiriyê li Kobanê û gundewarên wê bikin.

Di vê barê de çavkaniyên medyayî belav kirin ku heta niha bi sedan xort û gencên Bakurê Kurdistanê derbasî herêma Kobanê li Rojavayê Kurdistanê bûn, da tevlî rêzên YPGê bibin di şerê li dijî DAIŞê de.

Ji aliyek din ve hin çavkaniyên medyayî belav kirin ku, pêr 19ê Îlonê, derengî şevê hêzek ji gerîleyên PKK jî derbasî Kobanê bûn û berê xwe dan rojhilatê bajar da beşdarî şerê li dijî DAIŞê bibin.

Di rojekê de 70 hezar koçberên Kobanê derbasî Bakur bûn

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di hundurê 24 demjimêran de 70 hezar Kurd ji Kobanê li Rojavayê Kurdistanê revaiyan û derbasî Tirkiye bûn.

Duh, 20ê Îlonê, Alîkarê Serokwezîrê Tirkiye Nûman Kurtulmuş serdana koçberên Kobanê li Rihayê kir û diyar ku duh danê êvarî 5 hezar kes sînorên Tirkiyê derbas kirine.

Kurtulmuş da zanîn jî ku heta niha hejmara koçberên Kobanê li Rihayê gihiştiye 60 hezar kesî.

Lê îro, 21ê Îlonê, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, hejmara kesên ku ji Kobanê reviyane û derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne gihştiye 70 hezar kesî.

Roja 19ê Îlonê jî, ajansa ANF’ê ragihand ku ji bo ewlehiya welatiyên sivîl û parastina wan ji top û êrîşan 100 gund ji jin, zarok û pîran hatin valakirin û ew birin bajarê Kobanê.

Hejmara rast a kuştiyên DAIŞê û şehîdên Kurdan nediyare

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, di şerê şeva borî de herî kêm 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, bi vê yekî jî hejmara kuştiyên DAIŞê di 48 demjimêrên borî de gihiştiye 39 kesan.

Navenda Ragihandina YPG di 19ê Îlonê de ragihand ku Di van herêmên şer û pevçûnan de bi giştî 86 çekdar hatine kuştin û bi dehan jî hatine birîndarkirin. 7 cenazeyên ji wan çekdaran jî di bin kontrola YPG de ne.

Derbarê şehîdên Kurdan jî di wî şerî de, Rewangeha Sûrî ragihand ku di şerê li dijî DAIŞê de di 48 demjimêrên borî de, hejmara şehîdên Kurd gihşte 27 şehîdan.

Ji aliyê xwe ve Navenda Ragihandina YPG di daxuyaniyekê de navê 12 şehîdên xwe ragihand, ku di her du rojên borî de di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ketibûn.

Li gor Navenda Ragihandina YPG jî navê wan şehîdan jî bi vî awayî ne: Mustefa Ibrahîm, Eymen Herco, Narîn Elî, Îxas bako, Fewziya Xelîl, Sozdar Mihemed Qasim, Fewziya Şahîn, Rehîma Walî, Ziyad Ebbas, Mihemd Şêxo Cemo û Cemal.

Basnews
Top