• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê kir

Gulan Media September 22, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê kir
Duh yekşem 21.09.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Emar El Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Dr. Roj Nurî Şaweys û Hoşyar Zêbarî û Azad Berwarî Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, peywendiya di navbera hêzên siyasiyên Iraqê û pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û proseya siyasî û pêkanîna Hikûmeta Iraqê hate nirxandin û di derbarê tehdîdên terorîstên Da'îş û serkeftinên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên rûbirûbûna terorîstan kirin.

Her wiha li vê hevdîtinê de kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda xistin ber behs û her dû aliyan tekez li wê yekê kirin ku pêwîste kêşe û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexda bêne çareser kirin.

Rewşa koçberan û yarmetîdana wan mijareke dinê hevdîtinê bû û ji bilî wê balkişandina li ser hewlên Herêma Kurdistanê ya ji bo hewandina penaberan, tekez li wê yekê kirin ku çareseriya serekî ya kêşeya koçberan vegerandina wane ji bo navçeyên wan û her wiha parastin û qerebukirina wane û pêwîste li vî warî de Hikûmeta Iraqê erk û pabendbûnan bi cîh bike.

Top