• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsekî Kurd ê nav DAİŞ’ê hat kuştin

Gulan Media September 21, 2014 Nûçe
Berpirsekî Kurd ê nav DAİŞ’ê hat kuştin
Berpirsekî Kurd ê nav çekdarên DAİŞ’ê bi navê Ebû Selman Kurdî di şer û pevçûnên li Kobanê de hat kuştin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, şevê din di şer û pevçûnên navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAİŞ’ê li Kobanê berpirsekî çekdarên DAİŞ’ê hat kuştin, bi navê Ebû Selman Kurdî, ku ji qezaya Çoman a Başûrê Kurdistanê ye.

Di vê derbarê de Rêveberê Ragehandina Asayîşa Soran Helkewt Refet ji BasNewsê re got: ‘’Şevê din di şer û pevçûnên navbera hêzên YPG û çekdarên DAİŞ’ê de li Kobanê berpirsekî Kurd ê nav çekdarên DAİŞ’ê bi navê Ebû Selman Kurdî hatiye kuştin.’‘ Refet da zanîn ku ew çekdarê DAİŞ’ê Kurd e û xizmên wî jî nûçeya kuştina wî bihîstine.

Hêjayê gotinê ye du sal berî niha Ebû Selman Kurdî ligel hevjîna xwe çûye Sûriyê bo nav rêzên çekdarên DAİŞ’ê û şevê din jî di şerekî de li Kobanê hat kuştin. Birayê Selman Kurdî, Îsmaîl Osman jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘‘Me jî nûçeya kuştina wî bihîst, şevê din hevjîna geylan xebera kuştina wî da me û wê bi xwe jî çend wêneyên termê wî girtine daku wek belge bimînin.‘‘

Şeş roj dibe li devera Kobanê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG û DAİŞ’ê de berdewam e û heta niha gelek çekdarên DAİŞ’ê hatine kuştin.

Basnews
Top