• Sunday, 15 February 2026
logo

Sibe çekên Almanî digihîjin Kurdistanê

Gulan Media September 20, 2014 Nûçe
Sibe çekên Almanî digihîjin Kurdistanê
Hikûmeta Almanyayê ragihand, ku komek pispor û şêwirmendên leşkerî yên almanî bi qesta fêrkirina hêzên Pêşmerge li ser çawaniya bikaranîna çekên ku dê ji Başûrê Kurdistanê re bên şandin, gihîştiye Hewlêrê.

Hikûmeta Almanyayê ragihand, di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de dê yekemîn barê çek û cebilxaneyê roja duşemê (22ê vê mehê) bişîne Herêma Kurdistana Iraqê.


Hikûmeta Berlînê herwiha da zanîn, ku ji bo fêrkirina hêzên Pêşmerge li ser çawaniya bikaranîna wan çekan 7 pispor û şêwirmendên leşkerî yên wî welatî gihîştine Hewlêrê.


Li gorî agahiyên ku hikûmeta Almanyayê daye, ew çekên ku dê ji Kurdistanê re bişîne ji hezaran çekên sivik, 20 çekên antî-tank û 120 rokêtên antî-panzer pêk tên.

Top