Sibe çekên Almanî digihîjin Kurdistanê
Hikûmeta Almanyayê ragihand, di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de dê yekemîn barê çek û cebilxaneyê roja duşemê (22ê vê mehê) bişîne Herêma Kurdistana Iraqê.
Hikûmeta Berlînê herwiha da zanîn, ku ji bo fêrkirina hêzên Pêşmerge li ser çawaniya bikaranîna wan çekan 7 pispor û şêwirmendên leşkerî yên wî welatî gihîştine Hewlêrê.
Li gorî agahiyên ku hikûmeta Almanyayê daye, ew çekên ku dê ji Kurdistanê re bişîne ji hezaran çekên sivik, 20 çekên antî-tank û 120 rokêtên antî-panzer pêk tên.
