Parlamentoya Ewropayê biryareke girîng derbarê Kurdistanê de da
Hinek ji xalên serekî yên proje-biryarê wiha ne:
1- Parlamentoya Ewropayê piştgiriya biryara welatên endam dike li ser pêşwazîkirina daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê bo alîkariya leşkerî û şandina çekan, herwiha vê pêngavê girîng û bi bandor dibîne bo şerê DAİŞ’ê.
2- Parlamentoya Ewropayê agahdarê helwêsta merd û mirovane ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê ye ku pêşwazî li koçberan kir, herwiha daxwazê ji Yekîtiya Ewropa, endam û damûdezgehên wan dike daku di vê rewşê de bi hemû awayekî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ku barekî giran e li ser Herêma Kurdistanê.
3- Parlamentoya Ewropayê daxwazê ji Tirkiyê dike ku bi awayekî eşkere helwêsta xwe li ser gefa DAİŞ’ê bo navçeyê û civaka navdewletî diyar bike.
4- Parlamentoya Ewropayê daxwaza alîkariya taybet bo Kurdên Sûriyê dike ku krîza navçeyê bandor li rewş û jiyana wan kiriye.
5- Parlamentoya Ewropayê daxwazê ji komisyon û welatên endam dike ku hemû hewldanên xwe bixin tevgerê bo baştirkirina rewşa jinan li İraqê, herwiha nîgeraniya xwe tîne ziman li ser rewşa jinên Êzdî ku ji aliyê DAİŞ’ê ve hatine revandin û rûbirûyê şîdetê bûne û bazirganî bi wan tê kirin. Divê karên cidî bên kirin daku di zûtirîn dem de ew tawan werin rawestandin.
Basnews
