• Sunday, 15 February 2026
logo

John Kerry: Divê Iraq spasiya Pêşmerge û kurd bike

Gulan Media September 21, 2014 Nûçe
John Kerry: Divê Iraq spasiya Pêşmerge û kurd bike
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragihand, ku kurd û hêzên Pêşmerge roleke pir bihêz di astengkirina pêşveçûnên DAIŞê de hebûn, lewma divê hikûmeta Iraqê spasiya kurd û Pêşmerge bike.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di hevpeyvînekê de digel televîzyona El Erebiye ya Erebistanê, li ser rola kurd û hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de wiha got:“Kurd û hêzên Pêşmerge roleke pir mezin di astengkirina pêşveçûnên DAIŞê de lîstin. Ji ber wê jî divê hikûmeta Iraqê spasiya kurd û pêşmerge bike.”

John Kerry her wiha diyar kir, ku rola hêzên Pêşmerge di rizgarkirina bendava Mûsilê de pir bihêz bû.

Kerry anî ziman ku eger DAIŞê bîrên petrolê yên wê devera Mûsilê kontrol bikira dê bihêztir biba û wiha axivî: “Lewma divê hikûmeta Iraqê hurmeta hêzên Pêşmerge bigire û hebûna pêşmerge qebûl bike.”

Li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Kerry got, eger hikûmeta Iraqê di çêkirina pêwendiyên xwe de digel kurdan serkeftî be wê demê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî dê bên çareserkirin.

Li gorî Wezîrê Derve yê Amerîkayê, tişta ku nahêle arîşeyên Iraqê çareser bibin destpotî û otorîtertî ye, helbet Amerîka dixwaze Herêma Kurdistanê wek beşek ji Iraqê bimîne.

Li ser hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî John Kerry da zanîn, ku Tirkiye û hinek welatên erebî soz dane çavkaniyên darayî yên DAIŞê zuha bikin û nehêlin çekdarên DAIŞê ji nav xaka wan re derbas bibin.

Derheqê hevkariya navbera Amerîka û Îranê di şerê li dijî DAIŞê de jî Kerry got, ku DAIŞ dujminê Îranê ye û gefê li Îranê jî dixwe ji ber wê jî xêra nehîştina DAIŞê digihîje Îranê jî lê vê gavê Amerîka nikare di vî warî de bi Tehranê re hevkariyê bike, lê Îran dikare bi curekî din rola xwe di şerê li dijî DAIŞê de bilîze.

Rûdaw
Top