• Sunday, 15 February 2026
logo

Salih Muslim: Peyama Barzanî pir girîng û bilind dinirxînim

Gulan Media September 21, 2014 Nûçe
Salih Muslim: Peyama Barzanî pir girîng û bilind dinirxînim
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim li Berlînê di merasîma vekirina buroya fermî ya PYD’ê de axiftinek kir û bal kişand ser piştîvanî û rola Başûrê Kurdistanê.

Li ser pirsa gelo hun peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya derbarê Kobanê de çawa dibînin? Salih Muslim wiha bersiv da: ‘‘Peyama birêz Barzanî pir girîng e, em gelekî bilind di nirxînîn, dem dema yekîtî û yek helwêstiyê ye, em hêvî dikin ku di pratîkê de jî gavên berçav bên avêtin.’‘

Her di heman rojê de (20.09.2014) li ber deriyê Brandenburger Tor bi amadebûna Hevseroka Meclisa Gel a Rojava Sînem Mihemed û beşdariya hejmareka zêde ya revenda Kurd a Berlînê mîtîngek hat lidarxistin, ji bo şermezarkirina kiryarên grûpên radîkal ên terorîst.

Di mîttîngê de Hevseroka Meclisa Gel a Rojava Sînem Mihemed axifî û têde bal kişand ser bûyerên dawî û daxwaza yek dengiya gelê kurd kir û xwest Kurdên Ewropa jî bi berdewamî alîkariyên mirovî bişînin Kurdistanê.

Basnews
Top