Li navçeya Kobaşê 4 pêşmerge şehîd bûn
Fermandarê Hêzên Piştevaniya 2 ya pêşmerge Lîwa Husên Mensûr ji Rûdawê re ragihand: “Li navçeya Kobaşî bombeyek çandî bi otombîla Hêzên Pêşmerge de teqiya û di encamê de 4 Pêşmerge şehîd bûn.”
Mensûr tekez kir ku, “Ji bilî wan 4 şehîdan, di encama wê teqînê de ti birîndar neketine.”
Lîwa Husên Mensûr wiha got: “Çekdarên DAIŞê îro rokêtek avêtin bajarê Xaneqînê, lê ti ziyanên canî nebûn.”
Rudaw
