• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

Gulan Media September 21, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê pêşkêşî Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

Rêzdarên Mamostayên olî

Silavên xwedê li we bin

Bi helkefta 44 saliya damezrandina Yekîtiya we germtirîn pîrozbahiyê li we û hemû zanayên ola pîroza Îslamê ya li tevahiya Kurdistanê dikim.

Em li demek da salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê bi bîr tînin ku komek xwedê nenas û ji dîn derketî bi navê ola pîroza Îslamê ve ketin nava belavkirina req û kîn û heza kuştin û kavilkarî û êrîşî axa pîroza Kurdistanê dikin. Cihê şanaziyê ye ku zanayên olî yên li Kurdistanê gelek zû li dijî van terorîstan hatine deng û we ragihand ku ewê van terorîstan encam didin li tu cîhekî ol da cihê wan nabê û dijî bingehên ola îslame.

Li dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê da yekîtiya we rolekî ber bi çav û çalak li belavkirina bîr û hizra neteweyî de dîtiye û li eniya pêş ya bergirîkirina li Kurdistanê bûn, ‌niha jî rola mamostayên olî gelek hestiyare, em dilniyane mamostayên olî li Kurdistanê bi giyanê Pêşmergeyane ve bergiriyê li axa Kurdistanê û kerameta xelkê Kurdistanê dikin û em vê helwesta we bilind dinirxînin ku we bi beyanname û gotarên xwe piştevaniyê li Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê kir. Komek ji mamostayên rêzdar jî çekê şerefê Pêşmergayetiyê girtin dest û çûne eniyên bergirîkirina li ax û gelê Kurdistanê.

Ji vi ve ji bilî wê yekê ku destxweşiyê li mamostayên olî dikim daxwaz dikim kar li ser gencên me bikin bo ku ji nîştîmanperweriyê veneqetin, pêwîste rûyê rasteqîneya wan terorîstan nîşan bidin û rê nedin bi tu awayekî bîr û hizra tundrewiyê li nav xort û gencên welatê me de belav bibe.

Niha li sayeya Pêşmergeyên qehremanên gelê me bûye sembula azadîxwazî û retkirina tundrewî û nehiştina terorê û şanaziya wê yekê me heye ku bi nûnerayetiya hemû mirovayetî û dinyaya azad, terorîstan li ser axa pîroza Kurdistanê têkdişkînin. Pêwîste mamostayên olî wê peyamê bigihînin ku ew palpiştiya navdewletiya ji bo Kurdistanê bi dest hatiye berhema bawerîbûna me ya bi azadî û lêborînî û pêkvejiyana aştiyaneya hemû pêkhatên neteweyî û oliyane, ew aliyê mirovî ya Kurdistanî bihayên xwe naguherin û divê wan nirxan biparêzîn.

Hêvîdarim li ser wê rêbaza pîroz hun bi xwe berdewam bin ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û ola pîroza îslamê û hişyarkirina xelkê li ser bingehên xweşdiviya nîştiman û lêborîniyê û rawestana dijî bi diyardeya teror û dijî wan hemû bîr û kirdaran bin ku dijî rewayetiya ola îslamê û bihayên wê yên mirovayetiyê ne.

Xwedayê mezin li pişt û penaya we bê


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/09/2014
Top