Ehmed Turk û komek parlamenterên Bakur çûn Kobanî
Li gorî nûçeya DÎHAyê, îro danê sibê şandek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo piştevaniya herêma Kobanî ya ku ev çend roj in rastî êrişên DAIŞê hatiye, çû Kobanî.
Li gorî nûçeyê, şanda Bakur ji Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, parlamenterên HDPê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Ayla Akat Ata, Sebahet Tuncel, Faysal Sariyildiz, Hevseroka KCDê Selam Irmak pêk tê.
Hat gotin ku Ehmed Turk û yên pê re îro danê sibê ji sînorê navbera Sirûca Rihayê û Kobanî re derbasî Kobanî bûne.
Ehmed Turk li ser serdana xwe daxuyaniyek da û got, tenê hêzên kurd li dijî çeteyên DAIŞê şer dikin û diyar kir, ev êriş tenê zirar nadin kurdan dê zirarên bidin hemû gelên Rojhilata Navîn û tirkan jî.
Turk anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne kurd dê di vî şerî de bi ser kevin.
Rudaw
