Alîkarê Davûtoglu: Heta niha 45 hezar kurdên Sûriyê derbasî Tirkiyeyê bûne
Piştî ku herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê rastî êrişên giran ên DAIŞê hat bi hezaran welatiyên wê deverên neçar man ji mal û warê xwe birevin û berê xwe bidin Tirkiyeyê.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş, îro li Enqereyê ji rojnamevanan re eşkere kir ku ji 8 xalên sînorî yên di navbea Sûriye û Tirkiyeyê de kurdên Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Tirkiyeyê dibin.
Kurtulmuş da zanîn, heta niha 45 hezar kurdên Sûriyê derbasî nav xaka Tirkiyeyê bûne.
Rudaw
