• Sunday, 15 February 2026
logo

Erdogan: MÎTê karmendên konsulxaneya Mûsilê rizgar kir

Gulan Media September 20, 2014 Nûçe
Erdogan: MÎTê karmendên konsulxaneya Mûsilê rizgar kir
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, diyar kir ku karmend û rayedarên Konsulxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê yên ku zêdetirî 3 mehan bû di destê DAIŞê de bûn, ji aliyê MÎTê ve hatine rizgarkirin.

DAIŞê îro danê sibê serkonsulê Mûsilê yê Tirkiyeyê û 48 kesên pê re berda.

Serkomar Recep Tayyip Erdogan, li ser vê yekê daxuyaniyek da û wiha got:

“Serkonsulê me yê Mûsilê û malbata wî her wiha welatiyên Tirkiyeyê yên ku pê re bûn bi operasyoneke serkeftî hatin rizgarkirin.”

Erdogan anî ziman ku operasyona rizgarkirina karmendên konsulxaneya wan a Mûsilê bi temamî veşartî hatiye kirin û danê sibê gihîştiye encamê û wiha axivî: “Ez ji ber vê yekê spasiya birêz serokwezîr û hevkarên wî dikim.”

Rudaw
Top